AVESTA YAYINLARI
ZAROKÊN BER ÇÊM
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
“Dibe ku dema teşbîha neynikê bo romanê êdî derbas bûbe çûbe, lê di gumana min de bêyî ku em Kurd jî çendakî di neynika romanê de li rastî û jiyana xwe binerin ciyekî ku em herinê tune. Min ev romana xwe bi tîn û heyecaneke ji a romanên xwe yên berî wê cudatir nivîsî. Gava min ew dinivîsand, tişta ku min dixwest bikim hinekî pê re hîn jî dibûm: tişta ku ez lê digeriyam jixwe li ba min bû. Serdem serdema siyaset, îdeolojî û medyayan be jî bi raya min hê jî alaveke ku ji romanan çêtir mirov hînî nerîn û pêhesînê bike tune ye. Çunkî ew meydanên mezin ên dîtin û nîşandanê ne û gelek caran ji nivîskarên xwe jî rasteqîntir in.”
Ciwanmerd Kulek di vê romana xwe ya ku wek robarekî diherike de me di karnevala gotinên piçûk, nerînên zarokane û jiyanên rojane re derdixe gorepana cîhanên mezin, rabirdûyên dûr, şapat û bobelatên giran û berê neynikeke ronak û fireh dide ser vê sedsala me ya buhurî. Avesta di bîst saliya xwe de bi şanazî vê romana mezin ligel berhemên din ên Ciwanmerd Kule Devamını Göster