NÛBİHAR
Xelîl Xeyalî Modan - Kurdekî Sade û Xwende
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
XELÎL XEYALÎ MODAN (1864-1946), rewşenbîrekî Kurd ê serdema Osmanî ye. Ew zimannas, nivîskar û wergêr e. Wî, di salên navbera 1908-1914an de, bi Kurmanciyeke zelal, di weşanên Kurd Te‘avun ve Terakkî Gazetesi, Rojî Kurd û Hetawî Kurdê de fikrên xwe yên nûjen belav kirine. Piştî Herba Cîhanê jî bûye yek ji avakarên kovara Jînê. Herwiha wî, ji komeleyên wekî Kurd Te‘avun ve Terakkî, Kurd Neşr-i Ma‘arif û Hêvî re pêşengî kiriye û bi vî rengî bandoreke mezin li serdema xwe kiriye: Ekrem Cemîlpaşa ji bo wî “mamosteyê Kurdîtiyê” gotiye, li gorî Mehmed Mîhrî ew “yekane zimannas û edîbê muhterem ê Kurdan” e, Qedrî Cemîlpaşa heyranê wî ye, Seîdê Kurdî ew ji bo xîreta millî wekî nimûne nîşan daye. Mijara vê xebatê jî jiyan, berhem, fikriyat û têkiliyên Xelîl Xeyalî ne; armanca wê jî wekî monografiyekê bi kûrahî û ji her alî ve nasandina Xelîl Xeyalî ye. Çimkî nivîsên wî yên li ser ziman, dîrok, wêje û civaka Kurdî û lebatên wî yên di nav komeleyên Kurdî de, ji bo dîroka ronakbîriya Kurdan muh Devamını Göster