AVESTA YAYINLARI
WELATÊ ME KURDISTAN E / JIYAN Û BÎRANÎN
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
“Dibêjin, yekem derman û mecalê jiyanê ew e, wekî nehêlî bîranîn ruhê te bikojin. Dibêjin, dem her tiştî tedawî dike, rast e; ez bawar dikim, lê ne axir bîranîn wek barekî giran ser pişta te ne, ji kîjanî tu nikarî rizgar bibî. Tu wî barî nabînî, lê bêy xastek û razîbûna te, kû da herî ew bi te ra ne, bi te va dizeliqe, te bernade heta ku te ji hal bêxîne. Ka bêjin, kerema xwe, çi bikim, gelo gunehkar im, wekî zekîra min heye?”
Aslîka Qadir
Aslîka Qadir di vê berhemê de boxçika jiyana xwe vedike, bîranînên xwe radixe ber çavan. Hunermenda kurd ku bêhtir bi strana “Welatê me Kurdistan e” tê naskirin, ji Elegezê, rojên zarokatiyê yên li gund dest pê dike, piştre jiyana bajêr a xwendinê, Radyoya Yêrêvanê, cemaeta entelektuel a kurd, pêwendiya kurd û ermenan, jin û mêr, gund û bajar, dema Sovyet û piştî Sovyetê, wergêriya xwe ya li Afganistanê, dubendiyên xistine nav civaka kurd û di gelek mijarên din de ta bi derziyê ve dike, bêsansûr wan bilêv dike. Ev kitêb wek romanekê Devamını Göster