NÛBİHAR
Tuhfetul Muslimîn Xelata Musilmanan
✅ Stokta var. 1–2 iş günü içinde kargoya verilir.
Şêx Hesenê Şêx Yasîn yek ji wan alimên me yên hêja ye ku di sedsalên 19 û 20an de jiyaye. Digel ku di dema xwe de kitêbek berfireh di mijara fiqhê de nivîsandiye jî ji ber ku ev xebata wî heta niha nehatiye çapkirin û belav nebûye, mixabin di derdoreke fireh de, di nav ehlê medreseyê de û di nav xebatên Kurdolojiyê de behsa navê wî û navê kitêba wî nebûye… Kitêba Tuhfetul-Muslimîn ji bo nesra Kurmancî pirr girîng e. Ji ber vê em gelek bextewar in ku ev xebata gelek hêja wenda nebû û me gihande xwendevanên hêja. Li gor nasnameya wî ya fermî, Şêx Hesenê Şêx Yasîn di 1311 rûmî (1895 mîladî) de ji dayik bûye. Li gor agahiyên malbatê, ev tarîx ne durist e; ji ber ku dibêjin: Şêx, di ser sed salî re umir kiriye. Lê gorî wan: Çend qern berê, kalanên wî, ji Cizîra Botan ber bi Bakur (Bazîd) ve çûne. Tam yeqîneyek tunebe jî, li gor gotinên malbatê îhtimala herî xurt ew li gundê Hecî Hesen yê li ser Makûyê hatiye dinê. Jixwe tirba bavê wî Şêx Yasîn jî li Rojhilatê Kurdistanê ye. Kitêba Tuhfet Devamını Göster