AVESTA YAYINLARI
TARÎX UR-RUSUL WE L-MILÛK
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Yek ji dîroknasên rûmetbilind î berhemdar yê serdema Îslamê xwediyê berhema “Tarîx ur-Rusul” yan jî “el-Umem we el-Mulûk”: Dîroka Pêxember yan jî Milet û Padîşahan” Ebû Ca‘fer Mihemed ibn Cerîrê ibn Yezîd ibn Xalidê Teberî (224-310/839-923) ye.
Berhema Teberî di forma kitêbên salewextî de ku sal bi sal bûyerên salane didin, hatiye nivîsîn û bûye wek bingeh û çavkanî ji bo dîroknasiya Erebî ya Îslamê. Ew hê ji çaxên berî dîrokê dest pê dike û pêl bi pêl pê ve tê heya digihê serdema Îslamê. Ji serdema Îslamê û pê ve jî ew sal bi sal li pey hev didomîne ta ku digihîje sala 915an.
Kitêba dîrokê ya Teberî di nav dîroka Îslamê de, yek ji wan kitêbên dîrokê yên rasttirîn û pêbawertirîn hatiye dîtin. Ew bi awayekî berfireh û bi rêk û pêk hatiye nivîsîn û gelek agahdariyên girîng î hêja ji devên saloxdarên (rawiyên) serwext dide xwendevanan ku xwendina wê jî xweş û hêsa ye.
Dîroknivîserê me bi vê berhema xwe, xebata tarîxzanên berî xwe yên mîna Yaqûbî, Belazûrî, Waqidî û Ib Devamını Göster