AVESTA YAYINLARI
SÛRETGRAF
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Hejmara duyem a Kovara Sûretgrafê derket, kovara ku weke naverok cih dide nivîsên teknîka fotografê, foto-dosya, roportaj, werger û çîrokên fotografîk di heman demê de di wê hewlê de ye ku bibe muxatabê fotografkariya nivîskî ya kurdî...
Me dîsa qûçek fotograf anîn ber we ku tê de huzn, keser, serfirazî, herb û bedewiyên vê rûhewatê disitirin. Fotografa ku di berîkên me de, albûmên me yên malbatî de, li ser medyayên me yên civakî û di hefizeyên me de pêkoliyê li vî zemanê har dikin bûne qolyeyek di stûyên me de, me hefsarên xwe yên fotografîk daye ber zilma zemanî, hela ka çi lê dibe. Divê em bi bîr bînin ku em bi saîqeke pir hişk nêzî fotografiyê nabin, erê îddîayeke me heye ku em talibê berdevkê fotografiya edebî ya kurdî ne lê her kes dikare konê xwe vede û bihêwire di kovara me de. Ev der cihê we ye, cihê kesên amator, profesyonel, fotoçîroknûs û dildarên fotografiyê ye, rahijin makîneyên xwe bo me wêneyan bigirin, tûj bikin qelemên xwe bo me binivîsin. Weke ku me berê jî Devamını Göster