NÛBİHAR
Seta Hemû Berhemên Şikoyê Hesen
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Meremê Dilê Kurd
Sala 1970î berhevoka wî ya helbesta: “Meremê Dilê Kurd”, lê sala 1977an, êdî salek ji pey wefeta wî ra berhevoka “Perweza Weten” çap bûn. Xêncî van her çar berhevokan, gelek efrandinên wî bi wergera zimanê Rûsî, Ermenî û Gurckî neşir bûne. Hinek jî bi destnivîsar li cem qewmê wî mane.
Şikoyê Hesen li nav helbestvanên Kurdê Sovyêtê yê wê demê da yê herî xwendî û zaneyê edebiyetê, ziman û zargotinê bû. Ewî hem zimanê Kurdî, hem edebiyeta cîhanê, hem jî zargotina Kurdî rind zanîbû.
Eskerê Boyîk
Perweza Weten
Jiyana helbestvan kin, di nava tengasiyan, tunebûnê û rewşa tiragîk da derbas bû. Gelek zehmetî, derd û êş para wî ketin. Di nav wê jiyana gewre bêreng da helbestvan bi poêziya xwe ronayîke batinî anî nava edebiyeta Kurdên Sovêtê. Dema berhemên wî dixûnî nayê texmînkirin ku ev helbestên tije ronayî, hizkirin ji ber qelema helbestvanekî li nava tengasiyan, derd û êşan, halê g Devamını Göster