NÛBİHAR
Seta Daristana Şêrîn
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Ev deh kitêbana, wekî set bi navê “Daristana Şêrîn” weşiyane. Neh heb ji wan rengîn, yek jî reşbelek e; yanî kitêba xêzkirin û rengandinê ye. Li dawiya her kitêbê, li gorî naveroka wê hin pirsên azmûnkariyê û ferhengokek hatine amadekirin. Rûpelên kitêban, bi nîgarên rengareng xemilandî, nivîsên wan jî digel nîgaran hûnandî ne. Metnê kitêban, nivîskar bi xwe vejandiye; ne ku folklorîk û werger e. Lehengên van kitêban ajal in. Li ser zarê wan bi awayekî pedagojîk zarok tên perwerandin. Ewana gelek têgehên razberî hînî zarokan dikin, herwekî; arîkarî, hevaltî, hevkarî, quretî, nefsbiçûkî, wêrekî, tirsonekî û gelek tiştên din. Jiyana lehengan, li Daristana Şêrîn dibore. Her çar danê salê jî dibînin. Gelek tiştan fêr dibin û fêr dikin; biharî gul û gihayê, havînî tîn û tîrêjan, payîzî pûş û xezanan, zivistanî berf û baranan û gelek tiştên din... Ajalên daristana şêrîn, bi tevgerên xwe yên li malê, li mektebê û digel hevalan, ji bo xûyê xweş û karekterên baş dibin rêber û rênuma ji bo za Devamını Göster