NÛBİHAR
Seta Antolojiya Dengbêjan
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Seta Antolojiya DengbêjanDengbêj Şakiro Antolojiya Dengbêjan 2
Dengbêjî yek ji wan stûnên herî xurt yê zargotina Kurdî ye. Dengbêj dema ku distirê ne tenê bi xweşiya dengê xwe, herwiha bi mijara kilama xwe bi teşbîh û metaforên zimanê xwe bûyeran ji nû ve di hişê guhdaran de vedijîne. Ev xal dengbêjiyê ji asta muzîkê derdixe û di zargotina Kurdî de li ser textekî nû dide rûniştandin. Dema ku behsa dengbêjî û dengbêjan bibe, bêguman navê ku herî zêde tê ser ziman, dengbêj Şakiro ye. Şakiro bi dengê xwe bi terza vegotina xwe û bi hûnandina teşbîh û tabîrên xwe navê xwe wek efsaneyekê daye nivîsîn. Li gund û bajarên Kurdan, di dawet û cemaatên Kurdan de bandên ku li ber dengê Şakiro hatine tijekirin, carinan di boxçê bûkan de bûne xelat, carinan bûne diyarî di navbera eşîr û egîtan de. Ev berhema di destê we de, em dikarin bibêjin ku heta îro xebata herî berfireh e ku li ser kilamên Şakiro hatiye nivîsîn. 35 heb li Devamını Göster