WEŞANÊN NA
Semaya Dînî Di Êzdiyatîyê Da
⏳ Genellikle 7–10 iş günü içinde kargoya verilir. i
Kêşana semayê govenda ayînî û secûdeye bo nûra(dîndara) Xwedê.
Êzdiyatî yeke ji bawer û diyanetên li ser rûyê erdê, yê mîna (Someriyan, babilyan û Mîtrayan) kevnar û kûr e. Ew bi sirûştê dinyayê ve girêda ye; weke pîroziya (rojê, heyvê, sitêrrê, û ...hwd.). Êzdiyatîyê Xwedê bi van tiştên sirûştî naskiriye, hizir û şaristanîya kevin û nû, ya mirovatîyê di nav xwe de hembêz kiriye, bi taybetî şaristanîya rojhilatê, ji wan jî Mîtrayî (Mîtra perestî). Berdewama zanîn, rê, risim û adetên Êzdîtîya bavkalan li parizgeha Lalişa pîroz têhne geran.
Di Êzdiyatîyê de sema yek ji nîşanên Xwedênasiya dêrînî û resenîyê ye. Li gorî mîtolojiya Êzdiyan, rê û rismên semayê vedigerine berî destpêka jiyanê li ser rûyê erdê. Semaya dînî di Êzdiyatiyê da, yek ji nîşanên Xwedê nasiyê ye, anku sicudete bo hebûn û hêz û kerameta Xwedê ye. Êzdiyan li ser demê mêjûya xwe, bawerî bi yekîniya Xwedê û her heft milyaketan hebûye. Her wesa bawerî bi tiştên siruştî yên mîna: ax, av, bayî, agir ku ji durê Devamını Göster