AVESTA YAYINLARI
ŞEKIRÊ DI BERÎKA BAVÊ MIN DE
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Di romana Şekirê di berîka bavê min de Dîlan Şewqî bîr û baweriyên mîstîk yên di hiş û bîra civatê de cî girtine û hîn jî zindî ne, bi çîroka dilsotîner a jin û dayîkeke kurd (Xanê) ku pêwendiya xwe ya bi salan ya bi pîrhevokekê re daniye, ji zilamê xwe yî ku di navbera Binxet û Serxetê de (bi gotineke mayîn di navbera efsane û rasteqîniya heyî de) karê qaçaxiyê dike (Şemso) veşartiye, bi awayekî hunerwerane û bi wêrekî vedihûne. Di vê vehûnanê de “hebûna jinê” û “kirasê ku lê hatiye kirin” (ev nîgaş di tekane diyariya Şemso de derdikeve mexderê, ku ji bo fantaziya xwe ji jina xwe Xanê re anîye) ya ku xwe spartiye dab û nerîtên civakê yên fena deziyê çil girêkî, di nava tewekên hezar salane re tên û xwe li keviyên zemanê me yê ku ji zemanê hemû gelan ciyawaztir e, didin. Jin, gelekî bi hêsanî tên berdanê (keçikan tînin û dûndeyê xwe didin destê wan) û mêrên ku di berîkên xwe de bi sê kevirên telaqê digerin, ji bo ku ben ji destê wan nefilite, vedigerin û bi dayîkên xwe dişê Devamını Göster