HÎVDA İLETİŞİM
Sako
✅ Stokta var. 1–2 iş günü içinde kargoya verilir.
Li daîreyeke dewletê… Lê em nebêjin di kîjanê de û derbas bibin wê baştir be. Ji ber ku li daîreyên dewletê, li yekîneyên leşkerî, li nivîsgehên taybet, bi kurtasî xebatkarên hema her saziyeke dewletê li benda fersendê ne ku reaksiyonê nîşan bidin; hema di cih de dixeyidin. Êdî em hatine demeke wisa ku mirov, her rexneyê yan li hemberî xwe, yan jî li hemberî saziya xwe dihesibînin. Li gor min bihîst, di rojên borî de serkomîserekî (nayê bîra min ji kîjan bajarî bû), gilînameyek nivîsandiye. Di gilînameya xwe de dibêje: Kes guh nade zagonan, saziyên fermî di talûkeyê de ne û di şexsê saziyan de dewlet hatiye biçûkxistin. Wekî delîl jî berhemeke qalind a edebî tevî gilînameyê daye. Ji ber ku di her deh rûpelên wê de carekê qala serkomîserekî hatiye kirin. Her wiha di hin cihan de qal kiriye ku serkomîser serxweş bûye. Ji ber vê yekê; ji bo ku nexweşiyek dernekeve, em ê navê wê derê nedin û li ser vê me hevoka 'li daîreyeke dewletê' guncav dit. Belê me çi digot… Li yek ji daîreyên dewl Devamını Göster