AVESTA YAYINLARI
REWŞA KURDÎ YA SOSYOLENGUÎSTÎK LI TIRKIYEYÊ
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
6ê çiriya paşîn a 1991ê, Leyla Zanaya ku hêj taze hatibû hilbijartin bo Meclisa Tirkiyeyê, di merasîma vekirinê de hevokeke sonda xwe ya wekîliyê bi Kurdî got. Ev rûdan, ku bû binasê polemîkên mezin ên siyasî û civakî, di heman demê de derbirîna nerihetiya Kurdan bû sebaret bi statûya zimanê xwe. Lewre Kurdiya ku mehrûm bû ji her çi naskirineke resmî û ku bikaranîna wê di qada giştî de qedexe bû, di çend qadên sosyal ên berteng de hatibû hepskirin.
Ji hingê ve, siyaset û civak li Tirkiyeyê pir guhorîn. Pêvajoya endametiya Tirkiyeyê di Yekîtiya Ewrûpayê de bi xwe re pêşketinên girîng anîn, bo numûne di warê rêzlêgirtin û cîbicîkirina mafên kultûrî de. Bêguman van şert û guherînên taze lez û karîgeriyek da çalakiyên kultûrî û siyasî li dor zimanê Kurdî. Lê belê, heyama li dû wê bi temamî li ser bi amrazkirina siyasî ya zimanê Kurdî ava bû; car wekî bingeh û serekanî ji bo mobîlîzasyona siyasî ya kêmîneya Kurd, car ji bo derpêşkirin û peytandina gotara resmî ku li ser r Devamını Göster