NÛBİHAR
Plandanîna Zimanê Kurdî Di Mînakên Korî Zanyarî Kurd û Enstîtuya Kurdî Ya Parîsê Da
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Plandanîna Zimanê Kurdî Di Mînakên Korî Zanyarî Kurd û Enstîtuya Kurdî Ya Parîsê Da
Plandanîna zimanî plandanîna paşeroja neteweyan e û asta plandanîna zimanî asta pêşketin û xurtîya neteweyan nîşan dide. Hevgirtina zimanî û nasnameyî herçend mîrateke pêşîyan be jî alîyekî wî yê vînî heye ku mirov di serdemekê da dikarin bi çêkirina rayeke giştî ya navçeyî yan şêwezarî rêçika xwe ya nasnameyî biguherînin. Plandanîna zimanî bernameya vîn û vîzyona paşeroja neteweyan e.
Ev xebat bizav dike ku dîroka xebatên plandanîna zimanê kurdî berbiçav bike û bi taybetî jî li ser xebatên du dezgehên giring ên zimanê kurdî raweste ku ew jî Korî Zanyarî Kurd û Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ne. Eger em ji hewldanên plandanîna zimanî ya pêşîyên xwe û ji zarên din ên zimanê kurdî sûd wernegirin û nikaribin nerîteke hevbeş çê bikin dê hewldanên me bi tu awayî arîkarîya hevgirtin û nêzîkkirina zar û şêwezarên zimanê kurdî nekin û negihîjin armanca Devamını Göster