AVESTA YAYINLARI
ODEYEK JI BO XWE
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Virginia Woolf di vê ceribana berfirehkirî de, ya ku ji du axaftinên wê yên sala 1928an li kolejên xwendekarên jin ên Girton û Newnhamê pêk tê, dibêje jin bêyî pere û odeyeke ji bo xwe, bêyî serbestiyê nikarin afirînerî û dehaya zihnî li gor dilê xwe bidin der. Wek palpiştiya vê fikra xwe, karaktereke xeyalî diafirîne, gelo xwişkeke Shakespeare a xwedî qabiliyet hebûya, serpêhatiya wê ê çi bûya? Woolf, ji berê heta roja xwe şert û derfetên herdu zayendan û tesîra vê yekê ya li ser nivîsînê nîşan dide, raberî me dike bê serdestî, şîret û piçûkxistinên mêran çawa wextekî nivîsîna jinan qutifandiye. Temsîla jinan a di edebiyatê de û rewşa wan a jiyana rastî berawird dike, ji yên mirî ta yên sax ên serdema xwe, çav û hişê xwe li berhemên mêran, ên jinan digerîne. Bêyî navê hînkeriyê, bi rêya romannûsa xeyalî Mary Carmichael, çirayekê pêdixe û jinên dil hene binivîsin gav bi gav ber bi hunera nivîsînê ve dibe, nivîsîneke ji qehr û keser û gazin û hêrsa sedan salan şûştî, ya li ser her mi Devamını Göster