WEŞANÊN NA
Nasandîna Kevneşopên Êzdîyatê -I-
⏳ Genellikle 7–10 iş günü içinde kargoya verilir. i
Xwandevanên hêja,
gava miletek bixwaze kultur û çanda xwe baş nasbike û wê bişopîne, divê berî her tiştî ji dîrok û kevneşopên (sed û hed, irf û adet, rê û resm)ên bav-kalên xwe sûd werbigre, wan pêşva bibe. Bi dîtina min, kevneşop weke kakilê çanda kevn û nû ye.; bo wî gere meriv berî her tiştî li bawerî, îd, cejn, dawet, çebûn, kirasguhurîn (mirin), serxwebûn, serkevtin û whd.ê re xwedî derkeve. Em dibînin hemû milet bi xêra irf û adetan, hezkirin, hevgirtin û naskirina kultura xwe mezin dibe.
Gelek xwandevan jî dizanin ku di Kurdîstanê de jiyana me Êzdiyan, ji jiyana gel û olên dinê pir cûda bû. Piraniya dîroknasên di nava desthilhildariya dagirkerên welatê me de, rewş û dîroka me bi hemdê xwe nerast û ne objektiv dane xwanê. Neheqî û bêbextiya gelek dîroknasan ewe ku ewan di berhem, dokument û şîrovên xwe de li goriya berjivendî û nêrînên hukumdaran bahsa dîrok û kevneşopên me Êzdiyan kirine. Ji xwe ji ber van çewtiyên dîrokê hêjî “qanû-nên” dewlatên dagirker û bawer Devamını Göster