⏳ Genellikle 7–10 iş günü içinde kargoya verilir. i
Strana awaza wê xweş û gerîyên govendên her du Netewa germ dikir, yek jî strana memûkê bû. Ya xwe malê gundê aşûtê. Jixwe dewlemendîya stranan jî girê- dayî erdnîgarîya berhemdar bû. Tevnê stranan bi delalîyên xwezaya wê deverê dihat nexşkirin. Kanîyên gundê Aşûtê yên ku hejmara wan zêde û hemû demsalan coavên xwe de wekî şîrî diherikî, jîyan didan gîyan dar, çandin, şînîkahî, derametî, bivê nevê dibûn mijara stranên evîndarî û hilberîna gelê deverê. Pîrê kevîya Bakurê gundî ya hin salan xwe li benda berfa nû digirt û ew dida ber hembêza xwe, kirasê xwe nûjen dikir. Ev Rewşa wê bona xwecihîyan hem nîşana berxwedanê, Hem jî mînakeke vejînê dihat zanîn.
Nivîskar / Yazar: İhsan Çölemerikli
Rûpel / Sayfa: 103
Pîvan / Boyut: 13.5X21
Çap / Basım: 2024
Ziman / Dil: KÜRTÇE
ISBN: 9786256207059