NANDO YAYINLARI
Nalîn...Bîrdanka Xwelyê
⏳ Genellikle 7–10 iş günü içinde kargoya verilir. i
Welatekê jê direvin
û ji bo vedigerin
Zor caran edeb ew rêkar e ji bo yê mirov hest û hizrên xwe tê de tomar dikirin, hewil dida bi ciwantirîn wêneyên dahênanê nimayiş bike, dahênan jî di nivîsanê de weku rexnegirê romanivîs Kolln Willson pesin dike, piroseka bi zehmet e weku bi serkeftinê ye ji bo serê milekê, kesên lawaz dikevin û paşpaşkî vedigerin, kesên xwedan îradeka bi hêz dibine nivîskarên şareza û navdar, heta nivîsîn jî, ji hejî nasnavê dahênan bibe, gereke xwe bi şêwazekî nimayiş bike ku hîç delîvê nehêle û xwendevan neçar bike heta dûmahî tîp û riste pê ve bête girêdan û di gel de bijî, weku mamostayê edebê Erebî Dr. Samî Qire amajê pê dike û dibêje; “xwendin heta radeyekî weku vegêrana ayetên quranê ye”, ji ber ku di pirosa xwendinê de xwendevan ji cîhana xwe ya asayî qut dibe û tevlî cîhana nivîskarî û ezmûna wî dibe, di wê pêvajûyê de xwendevan nax û peywendî û jîwar û rûdanên dewrûberên xwe nas dike, lew ra eger xwendin pencerek be ji bo bazdanê ji Devamını Göster