MORÎ YAYINLARI
Mîrzayê Biçûk
✅ Stokta var. 1–2 iş günü içinde kargoya verilir.
MÎRZAYÊ BIÇÛK Mîrzayê Biçûk vegerîya cem rovî û got: “Bi xatirê te!” Rovî got: “Oxir be lê niha bisekine, ku ez raz û nepenîya ku min ji te ra qala wê kiribû, aşkere bikim. Ew pir sade û asayî ye. Vê baş bizane, “Mirov tenê bi çavên dilê xwe dikare rastîyê bibîne. Çav kor û xapîner in, tu caran nikarin rastîyê bibînin.” Mîrzayê Biçûk ji bo ku vê hevokê ji bîr neke, dubare kir: “Çav kor û xapîner in tu caran nikarin rastîyê bibînin.” Rovî got: “Mirovan ev rastî ji bîr kiriye lê divê tu ji bîr nekî. Her tiştê ku te kedî kiribe, divê tu heta dawîya emrê xwe êdî ji dil û can berpirsyarê wî tiştî bî. Tu berpirsyarê gula xwe yî.” Mîrzayê Biçûk ji bo ku vê hevokê ji bîr neke, dubare kir: “Ez berpirsyarê gula xwe me…”
Nivîskar: Antoine de Saint-Exupéry
Wergêr: Mehdî Jafarzadeh
Wêne: Wêneyên Resen yê nivîskar
İSBN: 978-605-9426-56-5
Kaxiz: 115 gr. Kûşe.
Berg: 230 gr. Amerikan Bristol.
Pîvan: 13.5x19.5 cm
Rûpel:Devamını Göster