NÛBİHAR
Mîrektiya Erdelanê
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Mîrektiya Erdelanê
Ev xebat ji wergera beşa yazdehem ya berhema Mihemed Şerîf Qazî ya bi navê Zubdetu't Tewarîxê pêk tê. Herwiha di vê xebatê de nêrîta dîroknûsiya Erdelanê, dîroknasên vê ekolê û berhemên wan hatine nasandin. Zubdetu't Tewarîx ji aliyê qaziyê Senendecê Mihemed Şerîf Qazî ve di sala 1800î de hatiye temamkirin. Berhem ji duwazde beşan pêk tê û beşa yazdehem di derbarê mîrektiya Erdelanê de ye. Di vê beşê de Qazî di derheq esl û nesebê Kurdan û dîroka mîrektiya Erdelanê de agahiyan dide. Herwiha têkiliyên mîrektiyê yên bi desthilatdariyên Îranê û yên bi dewleta Osmanî re jî di berhemê de cih digrin. Zubdetu't Tewarîx piştî Şerefnameyê duyemîn berhema Farsî ye ku di derbarê Kurdan û mîrektiya Erdelanê de agahiyan dihundurîne. Li aliyekî din ew ji bo Ekola Dîroknûsiyê ya Erdelanê jî bûye bingehek. Herçiqas li Tirkiyeyê di derbarê mîrektiyên Kurdan de xebat hatibin kirin jî li ser mîrektiya Erdelanê xebatên serbixwe g Devamını Göster