LEWERGER
Lewerger 8
⏳ Genellikle 7–10 iş günü içinde kargoya verilir. i
Merheba xwendevanên delal, Bi hejmareke mişt û bi naverokeke xaşêlî em li hafa we ne. LEWerger hejmar bi hejmar ciwantir digivire, delaltir distewe û li derava xwe zêde dike. Em niva jê piştrast û têrserwext in ku heyama destpêkê rabihurî. Û wext e êdî; em ê peng û hêdî berî bidin bihurk û beyarên negîsinkirî.
Naveroka vê hejmarê navên nû ye: Ku we LEW girt destê xwe û we pel û rûpel lê qulipand, hûn ê tavilê lê bivarqilin ku hema sercem tekst û helbestkarên di vê hejmarê de di kurdî de nenas in. Pêkan e ku hûn hinan jê wekî nav binasin an jî wê navê hin helbestên wan bihîstibin, lê wekî werger di kurdî de nû ne. Me xwest bi vî awayî em berdiyê li xwe û we biguherînin; daw û delingan li avên nû hilkin!
Axir, em qenc dizanin ku wêjeya tu welatî hew bi çend navan nebûye wêje û hela jî helbesta tu welatekî bi tenê ji çend navan pêk nehatiye!
Tevî wergêrên LEWê, me hewl da ku nemaze jî em rê bibin ser navên ku rê bi ser neketine; navên ku li taldeyan hatine jibîrkirin Devamını Göster