AVESTA YAYINLARI
KURD DI KITÊBÊN ÇAR COGRAFÎNASAN DE IBN XURDADBIH, IBN FEQÎH, MESÛDÎ, ÎSTEXRÎ
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Di nav ereban de cografya, serê pêşî zanisteke teknîkî bû, lê paşê wek adab (tarîx, cografya, felsefe) jî derket holê. Cografya edebî jî serê pêşî di salên 800î de wek beşeke dîrokê bi pênûsa merivên zana, têcir, hecî, şagirt û xwendevanên ku serpêhatiyên rêwingiya xwe nivîsîne, derketiye meydanê û piştre bûye weke zanyariyeke nû.
Çend nav ji wan kesên pêşî û navdar ku berî salên 1000î bi nivîsîna cografyayê ve rabûne û kêm zêde di berhemên xwe de qala kurdan û navçeyên wan jî kirine ev in: Ibn Xurdazbeh/Xurdadbih (820-893) ku xwediyê kitêba Mesalik ul-Memalikê ye, Ehmed ibn Ebû Yaqûb ibn Wadihê Katib el-Yaqûbî (m. 891) ku xwediyê Tarîxa Yaqûbî û Kitab ul-Buldanê ye. Herweha xwediyê kitêbên bi navê Kitab ul-Buldan û Muxteseru Kitab il-Buldanê Îbn el-Feqih Ebû Bekir Ehmed ibn Mihemed el-Hemedanî (m. 340/951) û Futûh ul-Buldana Ehmed ibn Yehya ibn Cabirê Belazûrî (m. 279/892). Digel xwediyê < Devamını Göster