WEŞANÊN NA
Kovara Philosophia - 5
⏳ Genellikle 7–10 iş günü içinde kargoya verilir. i
Xwendevan û nivîskarên hêja,
Di hejmarek din a newe a Philosophiaê de wem bi hev ra nin. Ji bo wem gotar, lêkolîn, lêgerrîn, tercume, nîband (essay) û hempeivinên philosophic bi zar û şêwezarên kurdkia şîrîn di dema xwe da bigihînin ber destên hewe, wem karger û karkirên Philosophiaê bi kelecan û dilxwazia roja destpêkê li ser kar in. Wem karger, karkir, xwendevan û nivîskarên dil danin philosophia bi kurdkî bi hevûdin ra henin, bê hevûdin tunne nin. Hatta dildartia hewe a xwendin û nivîstina gotarên philosophic a bi zar û şêwezarên vî zimanî berdewam bit, ji bo her hejmara newe a kovara Philosophia bi nivîsên li ser rûperrên xwe ji hejmarên berî xwe zengîntir, xweştir û geştir bibit çi ji destê me bihêt wem dê bikin. Me di hejmara xwe a pêşîn da gotibû wem dê kovara Philosophia bi orthographia turkî neweşînin.
Celadet Alî Bedirxan bi xwe di kovara Hawar da gotie wî ji bo kurdên li nav sînorên Turkiaê dijîn rahattir bixwînin û binivîsin alphabeta xwe nêzdîkî a turkî kiri Devamını Göster