WARDOZ
Jîyaneka Berevajî, Têbînîyên li ser jîyanekê
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Bahoz Baranî di pirtûka xwe ya Ferhenga Bişaftinê da gelek dîmenên bişafinê nîşanî me dabûn. Di vê pirtûkê da ew dîmenên bişaftin, bindestî û mêtinkarîyê ji hev vediçirîne û bi awayekî hunerane xwe digihîne kakilên wan, li ber çavên me radixîne û wan ji me ra deq dike.
Mezinê biçûkkirî. –Gotineka wan a pêşîyan dibêje, “Tiştê biçûk mezin mekin, tiştê mezin biçûk mekin.” Meseleya zimanî meseleyeka hebûnî ye û mezin e; lê wan ew bi têra xwe biçûk kirîye.
Masîyên bejî yan jî masî di golan da nabin hût. –Ji behra çand û zimanê xwe derketine û ketine akvaryûmên bajarî û dixwazin li wir bibin hût. Oksîjena zimanê wan li wan bajaran tune ye û bi cîhazên oksîjenê jîyana xwe ya kurdewar didomînin.
Rêya bêveger. –Berê di nav çand û zimanê xwe da dihatin dinyayê û paşê dihatin bişaftin; loma rêya vegerê, çand û zimanekî (cihekî) ku lê vegerin hebû. Îro êdî di malzarokê da tên bişaftin û cihê ku lê vegerin tune ye.
Parsek. –Serdest, bindestan ji xwe kêmtir dihesibînin û w Devamını Göster