WEŞANÊN NA
Hunermend û Dengbêjên Jin
⏳ Genellikle 7–10 iş günü içinde kargoya verilir. i
Dîroka me Kurdan bi kesên afrêner û cûdawaz di hemî zeviyên jiyan û gulistanên wê de dewlemend e. Huner û dengbêjî ji wê dewlemendiyê ne. Huner çiqilekî herî girîng û balkêş e. Em navê gelek hunermend û dengbêjên dilsoz û jêhatî dibînin, lê mixabin gelek ji wan nemaze yên jin hin windayî û hin jî veşartî mane. Hêvîdar im ku karibim çirûskên ronahiyê li ser wan vêxînim. Hêjayî gotinê ye ku ev kar û xebata me ne bi hesanî bû. Bi salan û geryaneke dirêj min ev agahiyan li ser hin jinên Kurd kom kirin û di vê pirtûkê de diweşînim. Çima ne hêsanî bû? Ji ber ku jêder û çavkanî li ser wan pir kêm in û yên hene jî ne cihê teqezkirin û baweriyê ne. Ji ber vê yekê demek direj û lîkolîneke kûr dihate xwestin. Wek nimûne: Li ser jiyan û dengbêjiya ``Meryem Xanê`` gelek çîrok û çîvanok hene û ew ji hev cûdawaz in. Min hemî li ber hev danîn û agahiyên herî balkêş hilbijartin.
Mixabin qelsbûn û lawaziya jêder û çavkaniyan li ser van find û şemalan ez pir xemgîn û dilşikestî dihiştim û ji min Devamını Göster