NÛBİHAR
Hinekirî mane guliyên şevê
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Hinekirî mane guliyên şevê
Ev berhema M. Zahir Kayan a dawî, ji 696 şiîran pêk tê. Her yek ji wan, bi terma gatayê hatiye binavkirin. Wî peyva gatayê ji bo şiîra xwe daniye; lewra di Îrana qedîm de lawijên herî kevnar, şiîra herî dêrîn, qewl û gotinên gatayê ne. Wî peyva gatayê ji bo dax û baxê dilê xwe kiriye behane. Belkî wî bi gotina gatayê, rola şiîra Kurdî derxistiye asteke pir muema, û di vê dîwanê de daye dû vê muemayê…
Hinekirî Maye Guliyên Şevê, berhema sêyem a M. Zahir Kayan e. Beriya vê, bi navê “Hîç” û “Asoya Peyvên Sermest” du berhemên wî yên din di Nûbiharê de hatine weşandin. Her sê dîwanên wî jî ji hêla naverok û teşeya şiîrê ve dişibin hev; lê ciyawaziya ya dawî ev e ku bal û pala xwe dide hin taybetmendî û nuansên ristên nezm û lîrîzma kilaman û şiîra Kurdî ya ku ji rehên antîk ên Îranî û Rojhilatî sûd wergirtiye. Di vê pirtûkê de, estetîka lawij û kilama Kurdî bingeha şiîra wî Devamını Göster