HÎVDA İLETİŞİM
Heyy Ibn Yeqzan
⏳ Genellikle 7–10 iş günü içinde kargoya verilir. i
IBN TUFEYL
HÎVDA
Ibn Tufeyl ber û nûnerek gewre a çanda Îslamê ye. Divê di nav vê tevahiyê de were nirxandin. Îslamiyet di nav cahiliyeya Erebistanê de derket û di demekî kurt de li erdnîgariyek gelek fireh de berbelav bû. Di hêla felsefe û zanistê de herêmek hevpar a çandî ku milek li Hindîçînê milek li nava Ewropayê li Îspanyayê bû ava kir. Ev erdnîgariya berfireh ji gelek ekolên felsefe, zanist û dînî re mazûvanî kir. Xebatên felsefe û zanistê ku li derdora Bexdayê di sedsala 9an de dest pê kir, di demek kurt de ji Hindîçînê heya Ewropayê li hemû heremên Îslamê berbelav bûn. Îslam hem mîrasên çandên cuda ên wekî Hind, Grek, Îranî û Ereb girt nav xwe; hem jî li ser van zêde kir û Serdema Ronakbûnek mezin dest pê kir.
Heyy b. Yeqzan, romanek felsefî û dawerî (remzî, sembolîk) ye. Bastana çîrokên felsefi û remzî li Rojhilatanavîn xurt e.
Ibn Tufeyl, di pêşgotina berhema xwe de dibêje ku vê berhemê ji bo ravekirina heqîqetên veşartî bi taybetî yên di pirtûka I Devamını Göster