PEYWEND YAYINLARI
GÛZEREŞ
⏳ Genellikle 7–10 iş günü içinde kargoya verilir. i
Berê nivîs hebû!..
Ev demek bû, hizrên wî gêre pê re dikir. Aya, hevîrtirşê nivîştara mirovan bi axa mirovan vestirîye. An mirov, tenê xwendinek e û nivîsa jiyana xwe bi xwe lêdike? Pirsan ew xistibû gêjevankê.
Wisa bû heçku aqil û sewdaya xwe li derekê winda kiribe -belkî jî jibîr kiribe- û heta ku wê nebîne ti hedra wî nebe, çu tebat û sebat nediketê. Heta wê rojê birûskek jê re jenî. Ew roja kelegerm.
Ev demeke dirêj e Hoşeng ji xwe re gazinan dike; Bo çi jiyan jê re temendî şikefteke xirt û xalî sar têt? Bo çi dengên ruh û dilê wî wekî reşreşokên şevê di şikefta serê wî de deng vedidin û mejiyê wî wekî hestiyekê dikojin, bo çi? Hoşeng, dike nake vê heyama jiyana xwe çi tahm û xweşiyê, çi tîn û geşahiyê ji rojgara xwe wernagire. “Bo çi?” dibû giloka pirsan û li teşiya hişê wî dialiya; her çendî dirêsa, ta û ben jêk netînane derê. Bo dilê xwe digot; tu jî heq î dilo tu jî, tu jî gûzên xwe li ser dilê min ê rebe Devamını Göster