AVESTA YAYINLARI
FOLKLOR Û EDEBIYATA GELÊRÎ
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Folklor wek çanda nenivîsandî ya gelekî an jî herêmekê qadeke zêde berifereh e. Gelek sehayên folklorê hene ku lêkolînerên qadê hê ji destpêka avakirina vê disîplînê ve bi dabeşkirina van sehayan re mijûl dibin û yek ji wan sehayên girîng jî edebiyata gelêrî ye. Wek disîplîneke zanistî dîroka folklorê digihîje 140 sal berê, lê berî wê jî xebatên di vî warî de hene. Lêkolîn û lêgerînên derbarê folklor û edebiyata gelêrî bêhtir di bin bandora pêla romantîzmê de di dawiya sedsala 18an de xuya dibin û dîsa bi bandora vê pêlê li seranserê cîhanê belav dibin. Bi demê re jî ev xebat, lêkolîn û lêgerîn wek disîplîneke serbixwe ya zanistî bi encam dibin ku nêrînên cuda, polînkirina sehayên disîplînê jî bi xwe re tînin. Mînakên xebatên folklora kurdî yên ku bi bandora vê pêlê ve bên girêdan di serê sedsala 20an de tên dîtin û ew jî bêhtir mînakên edebiyata gelêrî ne. Dikare bê gotin ku xe Devamını Göster