NÛBİHAR
Ferhenga Zanistên Civakî
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Ferhenga Zanistên Civakî
Ez dizanim, me karek gelekî zor, zehmet û tevlihev da ber xwe. Vî karê ku me xwe lê rakêşa, ne karek e ku ji alî kesekî yan çend kesan ve bê kirin. Karekî wisa ye ku diviya ji alî dezgeh û avahiyên ziman ve bihata kirin. Dezgeh û avahiyên ku hêza dewletî li pişt wan e û xwedandestek û piştgiriya gel in. Mixabin ku hîn dezgehên me yên bi vî cûreyî tunin, yên heyî jî gelekî qels in û bi derdestiyên kêm fedekariyên mezin dikin. Eger em li benda wan û xebateke weha bûna, dibû ku em pir bi derengî biketana. Loma diviya hinekan ji me dest bavêta vî karî. Bi taybetî piştî li hin unîversîteyan, di warê lîsansê û lîsansa bilind de beşên Kurdî vebûn, pêdiviya hewcedariya termînolojiya Kurdî hîn bêtir xwe nîşan da. Bi zimanê me yê ku heta duh qedexe bû, diviya êdî tezên lîsansa bilind û doktorayê bihatana nivîsandin; xebat û lêkolînên akademîk pê bihatana kirin. Rast e, zimanê me gelekî dewlemend e û heta dema Şore Devamını Göster