NÛBİHAR
Ferhenga Etimolojiya Kurdi
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Ev cara sêyemîn e ku ez bi hûrî vî karî dixwînim. Bêguman ew guhartinên tê de çêbûne li gor pêşniyazan asta strûktûra ferhengê di her warî de bilindtir kir; jixwe meram jî ew bû ku ev xebat û lêgerîna bi salan liberxwedayî bi şêwakî zanistî li gor mercên ferhengdanînê bikeve nav destên pispor û xwendevanan. Min zanî daxwaz ji bo berpakirina lêgerîneke weha wê pir bin; lê ji min re ne aşkere bû di destpêkê de ku xwediya wê Keça Kurd wê çiqas wan gotir bike. Ji ber ku pir caran meriv rayên xwe dide bi daxwaza tekûzkirina destnivîsekê, çiqas kes wê bixwînin, dewlemend dibe û kêmanî kêmtir dibin. Lê pir caran li şûna spasiyê, xezeban bi ser merivan de tînin û tê xuyakirin ku xwediyê wan rayan çiqas şûndamayî ne. Lewma jî min ji nivîskar K. Kurd pirsî, ku ew rexneyê wekî pêşdabirina kar dipejirîne yan na? Bersiv erênî bû, bo wê hoyê jî min xwest destnivîsê bixwînim û dîtinên xwe bibêjim. Di zimanê Kurdî de ji ber nebûna ferhengeke tekûz ya etîmolojiyê, pir kes gelek caran ji xwe dipirsin Devamını Göster