WEŞANÊN NA
Êzdiyatiyê ji İlimdar û Zanan Nasbikin
⏳ Genellikle 7–10 iş günü içinde kargoya verilir. i
Em dibînin ku kar û xebatên kek Kemal Tolan gelekî muhîm in ku bi salên demdirêj wekî xemxûr, lêkolêr û berhevkarê çand û dînê Êzdayetîyê, xizmeteka baş dike. Dîsa em dizanin ku gelek xebatên kek Kemal wekî kitêb hatine çapkirin û ketina xizmeta tevahîya kurdên kurdîaxêv. Beyî guman, ev qonaxeke gelek girîng e û meriv dibîne ku xebatên kek Kemal, ji aliyê gelek akademîsyen û lêkolêrên cîhanê ve, wekî çavkanî dihên bikaranîn û xwe li ser zengînîya metna nivîskî zêde dikin. Ji ber rewşa Rojhilata Navê, dagirkirina Kurdistanê û serdestîya dînên yekxwedayî yên wekî Musawîtî, Xiristiyanî û Misilmantîyê, çand û dînê Êzdayetîyê hertim di bin tehde û zordestîyê de maye û rê nedanê ku Êzdayetî, bikaribe bi serdestî bijî û xwe geş bike. Divê ji bîr nebe ku Êzdayetî bi xwe jî, dînekî yekxwedayî ye û di Êzdayetî de, şerê cîhadî tune û nehatiye dîtin. Lê ji ber qencîxwazî, xwazaparêzî û mirovhezîya xwe, herdem hatiye reşkirin û wekî dînekî xirab, hatiye nîşandan. Ji ber tirsa vê çanda qedîm û ze Devamını Göster