PEYWEND YAYINLARI
EQÎDA KURMANCÎ YA MELA NESREDDÎNÊ ZOQEYDÎ
⏳ Genellikle 7–10 iş günü içinde kargoya verilir. i
Bi minasebeta vê eqîdenameyê divê em pênaseya edebiyata Kurdî ya Îslamî jî bikin. Ji ber ku çarçove, nave- rok û çavkaniyên wê baş nehatine tesbitkirin. Edebiyata Kurdî ya Îslamî, ew edebiyat e ku çi nivîskî çi jî devki be nimûneyên wê îlhama xwe rasterast ji dînê Îslamê û çavkaniyên wê (Quran, siyer, hedîs û hwd) werdigirin. Herwiha di vê edebiyatê de armanc ů motiwasyona pêşîn a helbestvanan xizmeta Îslamê ye. Loma di vê edebiyatê de estetîk û hunera helbestê ne armanca sereke ye lê ji bo armanca hînkirin, teblix û şîretê alavek e. Ji ber ku perwerdeya medreseyên Îslamî li ser esasě jiberkirinė ava bûye û jiberkirina metnën menzûm ji yên pexşan rehettir e zanayên Kurdan kitêbên xwe yên dînî, ilmî û perwerdeyî jî bi helbestki nivîsîne. Bi vì rengî bi zimanê Kurdî kulliyateke mezin peyde bûye.
Nivîskar / Yazar: Mesut Arslan
Rûpel / Sayfa: 148
Pîvan / Boyut: 13.5X21
Çap / Basım: 2024
Ziman / Dil: KÜRTÇE
ISBN: 978625696370 Devamını Göster