NÛBİHAR
Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de Teşeyên Nezmê
✅ Stokta var. 1–2 iş günü içinde kargoya verilir.
Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de Teşeyên Nezmê
Ji bo Perwerde û Lêkolînên Edebiyata Kurdî ya Klasîk Kitêbeke Referansê: TEŞEYÊN NEZMÊ Xebata Prof. Dr. Abdurrahman Adak a ku di perwerde û lêkolînên edebiyata Kurdî ya klasîk de dê bibe kitêbeke referansê bi navê Teşeyên Nezmê di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de ji nav weşanên Nûbiharê derket. Xebata ku di qada estetîka ruxsarî ya nezm/helbesta Kurdî ya klasîk de hatiye nivîsîn mijarên giştî yên vê qadê bi metodolojiyeke akademîk û sîstematîk di nav rûpelên xwe de dihewîne. “Nezm” di sîstema edebiyata klasîk a Îslamî de têgeheke vegir e ku çi payeya helbestê bi dest xistibe çi bi dest nexistibe hemû metnên bi kêş û serwa digire nav xwe. “Teşeyên nezmê” jî wek estetîka ruxsarî ku li ser aliyên dîtbarî, hendesî, şematîk, sîmetrîk û topografîk ên metnên menzûm radiweste dikare bê pênasekirin. Di vê sîstemê de kombînasyonên curbicur ên ku ji pêkvebûna yekeya nezmê, serwa, qeware û kêşê derdikevin meydanê teşeyên c Devamını Göster