AVESTA YAYINLARI
DESTPÊKEKE NÛ
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Li Londonê du xaniyên hejmar (10) hene, yek ji wan cihê niştecihbûn û ofîsa Serokwezîrê Brîtanyayê ye ku hemû biryarên girîng ên Şanişîna Brîtanyayê tê de tên dayîn, hejmar (10)ê din dikeve James’s Square û heta sala 1927an ew jî mal û ofîsa Serokwezîrê Qraliyetê bû, piştî wê tarîxê bûye baregahê Navenda Lêkolînan a Padîşahî Chatham House, ku yek ji navendên herî girîng ên lêkolînan e li cîhanê, di sala 1920an de hatiye damezrandin; cihekî girîng ê biryarên siyasî yên Brîtanyayê ye û bi dehan dîplomat, lêkolerên mezin û siyasetmedarên xuya lê kar dikin. Ew navend girîngiyê dide wan mijaran ku li gor civaka navdewletî girîng in û rehendên wan ên cîhanî hene, bi baweriya hinek çavdêr û lêkoleran çûna Mesrûr Barzanî bo Chatham House û pêşkêşkirina gotarê li wê derê, girîngtir bû ji vekirina deriyê xaniyê hejmar (10)ê Downing Street, ji ber di dîroka 102 salî ya navendê de, yekem car e kurd dibin cihê girîngîpêdanê, Mesrûr Barzanî jî yekem siyasiyê kurd e li wê navendê gotarê pêşkeş bik Devamını Göster