AVESTA YAYINLARI
DEKOLONÎZASYON Û YÊN DEKOLONÎZEBÛYÎ
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Di vê kitêbê de Albert Memmi bi me re dipeyive ku rojekê serxwebûn bê bidestxistin jî dibe ku ew bixwe, nîşan û sembolên serweriyê têra me neke; netewe-dewlet xwe biqedîne berî ku derfet bibîne xwe îsbat bike ger nikaribe civakeke nû ya nifşên nû dixwaze ava bike; dema hiqûqa kolonyalîstan bê rakirin û şûna wê neyê tijîkirin, gendeliya berdewam û kontrola kesên nêzîkî serkirdeyên sektorên aborî dikare serxwebûnê biherimîne; vê carê gelê dewleta serbixwe ji ber feqîrî û zordestiya navxweyî xwe li sînorên wan welatên kevne-kolonyalîst û welatên rojavayî xin. Ev trajedî ye.
Loma riya serxwebûnê riya avakirina civaka siberojê ye û di vê riyê de rola întelektuelan giring e. Li welatên ciwan kêmasiyên întelektuelan ew e ku qadê vala dihêlin ji ewan re ku ji dêvla rasyonelbûnê coşeke mistîk û îşligê teng ê endamtiyeke hişk a vekirîbûna universalîzmê tercîh dikin; ji dêvla vêgaya biqaswet an bêrûmetkirî, xewna vegera bo serdemeke zêrîn dibînin. Întelektuel ji wê wêrektiyê bêpar in ku t Devamını Göster