PEYWEND YAYINLARI
DEHLÎZ
⏳ Genellikle 7–10 iş günü içinde kargoya verilir. i
Dehlîz, li ser têkiliyên însan, nakokiyên navxweyî, xeyalên takekes disekine. Roman bi zimanekî lîrîk û
sembolîk hatîye nivîsîn.
Şêwaza Cîhan Roj a di navbera realîzm û xeyalperestiyê de di Dehlîzê de jî li pêş e û ev yek xwîneran
dixe nav cîhaneke hem nêzîk hem jî dûr.
Çîroka Sona, Şanûre, Gula Xewnar û Xêryayê û têkiliya wan bi xwezayê, çandê û xeyalan re, bi rengekî
xwezayî, kûrtir dikin. Çîroka Feleknazê wekî sembolekê tê bikaranîn ku têkoşîna jinan li hember
normên civakî nîşan dide.
Di pêvajoya hewldana avakirin û xweşkirina gundekî a ji alî çend jinan ve û çîrokên cuda ên hin
mirovan di romanê de hatine honandin û jinek ji alî jinek din ve tê kuştin ku berhem alieyk din ê
jiyanê tîne bîra xwendevanan!
Ji romanê:” Navê wî welatî Welatê Gewez bû. Li wir, li hemberî slûetê çîyayek biheybet, ê bi efsûn û
destanî, li ber Kevirê Zîv xaniyek kevirî hebû.......Gundiyên ji wî gundî li her devera dunyayê belav
bûbûn, pirtûkên ku wan anîbûn odeyek mez Devamını Göster