PEYWEND YAYINLARI
ÇÎROKÊN KURDÎ
⏳ Genellikle 7–10 iş günü içinde kargoya verilir. i
Ji bo Mirovên Cindî
Her çîrok jîyanek e. Çîrokên gelêrî, wekî her kilameke deng-bêjan me dibin nav serborîyeke nû. Em li wê derê dîrok, çand û edebîyata xwe dibînin. Herwiha bîr û bawerîyên me di van çîrokan da veşartî ne ku em bi hinekan jî di vê serdema modern da sosret dibînin.
Hûn ê di van çîrokan da gelek alîyên mirovên me yên wekî konetî, zîrekî, safîtî û hwd. bibînin.
Gava hûn bixwînin carinan hûn ê rasterast xwe di nav van çîrokan da bibînin. Carinan jî civak û jîyana bav û kalên me dê were ber çavên we. Gelekên van çîrokan mîzahî ne, di dawîyê da ken û bişîrînekê datînin ser lêvên me.
Mamoste Şêrwanî, bi keda xwe ya çend salan ji herêmên curbicur nêçîra van çîrokan kirîye û ew li ber me raxistine.
(RONÎ BEDIRXAN)
Nivîskar / Yazar: Adil Şerwani
Rûpel / Sayfa: 185
Pîvan / Boyut: 13,5X21
Çap / Basım: 2026
Ziman / Dil: Kürtçe
ISBN: 9786256207929