WEŞANÊN NA
Çîroken Ku Şahidiya Kevnariya Mîtologîya Êzdiyatiyê
⏳ Genellikle 7–10 iş günü içinde kargoya verilir. i
Bi dîtina min, şahidê dîroka kevin ne tenê di şer, ceng, peyman,hevdîtin, desthilatdariya qiral, mîr, padîşah, siltan, egît, fêriz, beg û se-rok eşîran de anjî di wan delîl û dokumentên ji ber dîtina piraniya
zane, lêkolînvan, nivîskar û geryokên ku li goriya daxwaz û berji-wendiyên desthilatdaran hatine nivîsandin de tê xwanê kirin.
Gava meriv bikeve nava wêjeya zargotina civakekê û li ser gelek efsane, mesele, çîrok, destan, peyvan, hêvî, irf,adet, libas, sema, Xwarin, vexwarin, wêne, dîtin, perwerde, berhem, şop, şûnên li ser/ bin axê, hemû kevneşop, kiryar û pêwendiyen endamên civakê lê-kolîn bike, hingê meriv dikare rastiya dîroka civakê a derbasbuyî bivîne.
Vêca ez di roja 06.04.2012 de ji bo berhevkirina zargotina me çûme bajarê Hannoverê û li mala keçxala xwe Xatûn Tuko bûme mêvan. Jixwe ew çend salbûn ku em bi aremî li cem hevûdinê rûneniştbûn û me li ser wextê derbasbuyî sohbet nekiribû. Evarê wexta em bi malbetî û tevî zaroken xwe re rûniştin, me qala şe Devamını Göster