AVESTA YAYINLARI
BIYANÎ
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Kitêba Biyanî li dora fikir û ramana absurd û pelepûciyê çerx dibe. Beşê pêşîn ji dîtinên felsefî yên Albert Camus pêk tê. Lehengê romanê jiyanek bê mane, bê wate dijî û di bajarê xwe de, di mala xwe de, bi diya xwe û bi dostika xwe re, xerîb û biyanî ye. Di wateya pêwendiyên bi derve re nagihîje û valahiyeke mezin di can û giyanê wî de peyda dibe. Lehengê romanê dinyayê bê wate dibîne lê ji vê bêwatebûnê nareve, li mirinê an li xwekuştinê nagere. Hêviya tu bihuştê û tirsa tu xwedayî nêzîkî dilê wî nabe û heta roja dawîn ji temenê xwe, ji wê pelepûçiyê hez dike û bê bawerî li bendî kêliya xwe ya dawîn dimîne.
Wergerek serkeftî
Mînaka duyemîn a ji wergerek baş ji hêla Fawaz Husên ve ji Albert Camus “Biyanî” ye. Biyanî romanek felsefîk e, ziman zor e. Bi salan berê bi tirkî xwendina mina “Biyanî” gelek bi zehmet bû; ez baş tênegihîstibûm, min jê hez nekiribû. Niha Fawaz Husên bi kurdiyek gelek xweşik û herikbar ev berhem wergerandiye Kurdî. Bi kêfxwesî di du rojan Devamını Göster