NÛBİHAR
Adat û Rusûmatnameê Ekradiye
⏳ En geç 4 iş günü içinde kargoya verilir. i
Adat û Rusûmatnameê Ekradiye
Mela Mehmûdê Bayezîdî yek ji pêşengê ronesansa wêjeyî ya kurdî di sedsala nozdan de ye. Li ser destên wî pexşana kurdî hate damezirandin. Ew di vî warî de ne tenê hemşarê seydayê kurdayetîyê Ehmedê Xanî ye, lê ew temamiya wî ye jî. Çawa ku Xanî bi helbesta xwe hestên netewî li ba milletê kurd vejand û bingeha fikreke netewî damezirand, Bayezîdî jî bi pexşana xwe û nivîsên xwe yên ansîklopedîk û nirxdar berê wêjeya kurdî guherand. Ya rast wî rûyekî nû da wêjeya kurdî û xwest bi pexşanê pêvajoyeke nû bîne meydanê û rêyeke nû li ber wêjeyê û mêjî û mêjû û fikra kurdî ya netewî veke. Kitêb ji hêla romanivîs Jan Dost ve hatiye amadekirin. Berhema ku bi awayekî du bergî hatiye çapkirin, hem bi kurmanciya roja me, hem jî bi zimanê xwe yê orjînal hatiye çapkirin. Ligel vê yekê, destxeteke kevn a bi tîpên erebî jî di berhemê de hatiye dayin. Dîroka pirtûkê Pirtûka ku berê bala rojhilatnasan kişandibû û bi xwe Devamını Göster